Hejmara parlamenteran a li gorî bajaran hat ragihandin
Li gorî Komîteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê dê di hilbijartinên ku tê pêşbînîkirin 14`ê Gulanê de were li darxistin de ji 25 bajarên Bakurê Kurdistanê 117 parlementer werin hilbijartin.
Li gorî Komîteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê dê di hilbijartinên ku tê pêşbînîkirin de 14`ê Gulanê de were li darxistin ji 25 bajarên Bakurê Kurdistanê 117 parlementer werin hilbijartin.
Komîteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê lîsteya hejmara parementeran a li gorî bajaran ragihand. Li gorî lîsteyê dê li tevahiya Tirkiyeyê ji 81 bajaran 600 parlementer werin hilbijartin.
Li gorî lîsteyê ji 25 bajarên Bakurê Kurdistanê jî 117 parelementer dê werin hilbijartin û hejmara herî zêde ya parlementerên Bakurê Kurdistanê bi 14 parlementeran Riha, bi 14 parlementeran Dîlok û bi 12 parlementeran Diyarbekir e.
Tê pêşbînîkirin ku Hilbijartinên Parlemnetoyê û Serokomariyê li Tirkiyeyê di 14`ê Gulanê de were kirin lê ev yek hîn tekez nebûye.
Li gorî lîsteya Komîteya Bilind a Hilbijartinê hejmara parlementeran li bajarên Bakurê Kurdistanê wiha ye.
Agirî: 4, Bedlîs: 3, Colemêrg: 3, Çewlig: 3, Dêrsim: 1, Diyarbekir: 12, Dîlok: 14, Elezîz: 5, Erdexan: 2, Erzingan: 2, Erzirom: 6, Êlih: 5, Îdir: 2, Kîlîs: 2, Qers: 3, Meletî: 6, Mereş: 8, Mêrdîn: 6, Mûş: 3, Riha: 14, Semsûr: 5, Sêrt: 3, Sêwaz: 5, Şirnex: 4 , Wan: 8.
Di tevahiya Tirkiyeyê de jî hejmara herî zêde ya parlementeran wekî her car dîsa di destê Stenbolê de ye ku Stenbol dê 98 parlementeran bişîne parlementoyê, hejmara parlementerên Enqereyê 36 û ya Îzmîrê jî 28 e.
التعليقات مغلقة.